A continuación os ofrecemos la bella canción Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir y la letra acompañada de una propuesta de traducción. Que la disfrutéis.
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir // Grabé mi nombre en las murallas de Diyarbakir
Gava ku stêrk // cuando las estrellas
Li esmana stûxwar // en el cielo entristecierion
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir // Grabé mi nombre en las murallas de Diyarbakir
Gava ku stêrk // cuando las estrellas
Li esmana stûxwar // en el cielo entristecierion
Gava ku ney, blûr û tembûr // cuando las flautas, las guitarras
Û dehol û zirna // y los tambores
sar bûn, sar bûn // se quedaron fríos, se quedaron fríos
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir // Grabé mi nombre en las murallas de Diyarbakir
Gava ku stêrk // cuando las estrellas
Li esmana stûxwar // en el cielo entristecieron
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir // Grabé mi nombre en las murallas de Diyarbakir
Ez Şêx Seîdê kal, // Yo soy el jeque Saíd, ancestro
Bijîşk Fuad im // Soy el doctor Fuad
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir // Grabé mi nombre en las murallas de Diyarbakir
Ez Şêx Seîdê kal, // Yo soy el jeque Saíd, ancestro
Bijîşk Fuad im // Soy el doctor Fuad
Pêşmergekî bê nav û bê nîşan im // Soy un guerrero sin nombre ni símbolo
Ez duh şehîd bûm // Ayer caí mártir
Îro, nûhat im // Hoy, regreso
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir // Grabé mi nombre en las murallas de Diyarbakir
Gava ku stêrk // cuando las estrellas
Li esmana stûxwar // en el cielo entristecieron
Hay un poema cuyo escritor es ‘Rojen Barnas’, y este dice así:
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk
Li esmana stûxwar,
Gava ku
ney û blûr û tembûr
û dehol û zirne
sar
bûn.
Û cobar
Nedixuşîn di nivînên xwe de seraser
Sosin û beybûn û rihan
Ne d’bişkifin di bûtikê de.
Tariyên giran Tûj û kûr
Bi zûrezûr û bi orîneke jakaw
Bê fikare,
bê paxav
dihelişî
dikumişî
li ser welatê min.
Bi giyanek pola
Min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Wek bebelîsk
Wek moraz
Wek bagarek gurr
Min eniya têkoşînê vekir
Min di eniyek de şer kir
li hember xwînxwara
Bi dilawerî
Bi bîrûbawerî
Min têkoşîn û berberî
kir
Û
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Ez welatparêz im,
Ez mirovperwer im,
Ez li ber bircên Diyarbekra rengîn
Şêx Seîdê kal,
Bijîşk Fuad im
Ez bavê tûjo me lo!…
Şoreşger im.
Min navê xwe kola
li bircên Diyarbekir
Dema şefaq da
di Sîpan de dema ku lêvên esmên
Di singa Sîpan de sor dikir
bi beşerûkî.
Ez
Di Deriyê Niştîmanî de ketim hundir
Min
Deriyê Neteweyî bi zerzenga xemiland
Û li ber Deriyê Serxwebûnî
şer kir.
Bêweç mabû baxçeyê Deriyê Felatî
Min tê de
Şaxên serbestiyê çikand
Tovê xawêndariyê werkir.
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir.
Ez Şêx Seîdê kal,
bijîşk Fuad im
Pêşmergekî bê nav û bê nîşan
Û qevdekî ji pincara welat im.
Ez duh şehîd bûm
Îro, nûhat im.
¡¡Muchas gracias!!
Conocer el origen de la letra seguro que puede ayudar a mejorar la traducción, que a veces se hace un poco a ciegas… Por ejemplo, no llegamos a encontrar información sobre esos dos nombres propios, el jeque Saíd y el doctor Fuad. Desde leugo el poema es magnífico.
De nuevo, muchas gracias por tu comentario.
Helio